Dema em dewranê berê, ên ku derbasbûne, serpêhatîyê Gelê Kurd tênin hiş u berçav, mirov gelekî xemdar dibê u vê pirsê ji xwe kârê bi pirsê u divabê bi pirsê jî u ligor hêz u qabîlîyete xwe çareserîyekê di serê xwede amede bikê u têxê jîyanê. Lê bi şêwir....
Gelo çend sed sal'in ku Enfal, penaber bûn, komkûştin, girtin û hwd liser Kurd û warê wa pêk tê u hên jî berdewamin. ? ....Tiştekî gelek bàlkêş heye, ên ku Kurd ne xapandine u ji warê wa nexearîye kesek maye Gelo? Lê Kurd ji her tiştî mahrûm mane, li her derê cîhanê belav bûn. Bêrî bi çend roje heşt (8)zarok û çend Kurd di deryayê xelkê de xemiqîn û deng ji kesî derneket. .Eger Kurd Azad u xwedî komar bûne, ev aqîbet wî bibin? ..
Dem germ u tevlî heve, neta nav komarî rolê xwe, ligor projê xwe di lîzin, projê Kurde çine? Ji Rohelat, Bakûr, Rojava parçebûn sînorê xwe derbas kirîye. Lê nabê xem ji tu kesîre. Gel rojevê dema di şopînê, di kevê xeyalê kurde u ji xwere dibêjê jimin çi hat, min kir u dîse ez amedeme jibon fedekàrîyê, lê bi salaye ku ez bedel didim, di destê min de tiştek tûneye, çime gelo? Şaşîtî li kûdere u ji kê u ji çîye? ..Liser yêkîtî u yek helwest bûnê israr dikê. Lê rêber, zanist, sîyasetmedar bersiva Gel nadin u xapa didine xwe. Roj bi Roj birîn kûr dibê u Gel moralîze dibê.
18-19/01/2020 li Amed u li Hotêle hasin komxebatek pêk hat. Texrîben 15-16 seatte u Du roja berdewam bû u bi raye giştî, bi medya re parvebû ,agahdarî pêk hat. Ciwan, komel, hêz partî, dayîk, rû spî, parezer, nivîskàr, sìyasetmedar, rewşenbîr, aqtiwîst, gundî,seyda, ji her tax u reng beşdar bûn pêk .Bi sebir u bê xeyd, bê dilmanî, bê eks u bê hişk bûn fikir ,reman, pêşnîyarî, rexne ,proje hatin gotin, avêtin holê, lê sê xal tim zindî bûn, yêkîtî, netew bûn, çareserî û yek helwest bûn. Ev bi dil u can daxwazê'n Gelê Kurdin. ..Gelo wê kî bersiva Gel bidê? Piştre wene hatin kişandin, xatirxwest pêk hat u ev xebat wê zirav u dirêj berdewam bibê u belav bûn.
Îro u pêde projê nû wê derkevin holê u lîstikê mezin pêk werin, Gelo Kurd wê çi bikê u partî u hêz wê çi proja amede bikin, de ku meremê Gel bi cîh bibin. .Belav bún dema ku berdewam bibê, wê wêrantî jî berdewam bibê. ..Hêvîdarîye ku zû u ne dereng yêkîtî pêk werê u ev brîn derman bibê. ..
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.