Yekta Uzunoğlu Nêrînên Dawî

Cihûtî li Kurdistanê :Welatê ku Keştîya Nûh xwe sipartîye

Kurd yekemîn gelê cîhanê ye ku gor qanûnên cihûyan wek Talmûd, bê ku dayika wan cihû be dikarin bibin cihû û ev yek jî ,yekem îstîsna ye di vê warê de di ola cihûtîyê de.
Cihûtî li Kurdistanê :Welatê ku Keştîya Nûh xwe sipartîye
Nêrîn Belav bike

Herema Kurdistanê ya îroyîn ji mêj da bûye warê olên mezin wek Cihûtî, Mesîhîtî û Îslamyetê û di nav gelên Kurdistanê de ew ol belav bûye. Di Tewratê da ku Xûda dabû Hz.Mûsa deştê Haranê wek bihûştê xwe nîşan dide û di wê bûştê de ji Hz. Adem û Hawa re can dide. Disa nav vê pirtûkê mûqedes de Xûda çiyayê Agirî wek cîyê Keştiya Nûh pêxember û bajêrê Rûha jî wek bajêrê Hz.Îbrahîm nîşan dide.Dîcle û Firat dû çemên mûqadesên Tewratê ne.

Navê pîrtoka qanûnên Cihûtî Talmûd e. Dû Talmûd hene ku bi hevûdin re girêdayîne ; Talmûda Babîlê û Talmûda Kudsê.

Di Talmûd’a Babîlê de, ku sedsala pêncemîn beriya Îsa hatîye nivîsandin behsa Kurdan dike û dibêje Kurd derdora çiyayê Agirî dijîn.

Li Talmûd de li ser gelê Kurd wûsa dinivîse : « Haman kurê Parsandat serokê welatê Kardunya ye ku li wir Keşiya Nûh Pexember bi cîh digire. ».

Cihûtî bo parastina xwe tîmî çîyayên Kurdistanê û gele Kurd ji xwe re wek dost ditîne û ola xwe xwestine di nav gelê Kurd de belav bikin. Talmûd di vê warê de destûr dide ku Kurd jî dikaribin bibin cihûtî û dibêje : « Em ji daxwazvanên ji gelê Karduxîyan’an re ku bixwazin bibin cihû destûr didin û ji nav wan de yên ku bibin cihû emê hilbijêrin ». Di sedsala yekem berîya Isa’yê, Hadhabanî (Adiabani) wek aşîra serkeftî ya Kurd ola cihûtî wek ola xwe qabûl dike û devleta xwe ava dike ku paytaxta wê dewletê Erbil ( Hewlêr) li Kurdistana Başûr bû.

Wek tê zanîn mîrov gor qanûnên cûhûtîyê nikare bibe cihû heta ku dayika wî ne cihû be.

Lê Kurd yekemîn gelê cîhanê ye ku gor qanûnên cihûyan wek Talmûd, bê ku dayika wan cihû be dikarin bibin cihû û ev yek jî ,yekem îstîsna ye di vê warê de di ola cihûtîyê de.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
Vî nêrînê tevayî: 4475 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:34:57