III) Li Bakurê Kurdistanê pêwîstiya temsîlek hevbeş ya sîyasî heye!
Di van şert û mercên dîrokî, dijwar û hesas de, divê em bi taybetî li ser rewşa siyasî, rêxistinî û dîplomasî ya Bakurê Kurdistanê bi hûrgulî rawestin; wezîfe û pêwîstiyên acîl yên derdikevin pêş careka din raxînin ber çavan.
Bêgûman kesên nêzîkî hevûdu ne û di warên siyasî û rêxistinî de weke hevûdu difikirin, dikarin di binê avayîyên siyasî de bicivin û bixebitin; xebat, têkoşîn û hewldanên rêxistin, partî, tevger, derdor û kesan ku ji bo tevgera neteweyî, demokratîk û çandî dikin gelek girîng in; herweha “hevkarîya” di nav 6 partî û rêxistên Bakurê Kurdistanê jî xwedî cihekî taybetî ye. Lê divê em pirs û pirsgirêkên neteweyî û demokratîk jî bi awakî vekirî û eşkere dîyar bikin û bixwazin bi hevûdu re li ser çareserkirina van pirs û pirsgirêkan rawestin.
Weke tê zanîn, gelek pirs û pirsgirêkên tevgera neteweyî û demokratîk ya Bakurê Kurdistanê hene; lê pirsa yekitîya siyasî, rêxistinî, hevkarî û “nûnertîya Bakurê Kurdistanê”, pirsa herî sereke û acîl e. Di vî warî de, heta îro hem di nav rêxistinan de û hem jî di nav derdor û kadirên siyasî yên serbixwe de, gelek xebat û hewldanên ji bo yekitî, hevkarî û tevkarîyan hatin kirin; hinek gavên pozitîf û kêrhatî jî hatin avêtin; tecrûbeyên cihêreng hatin jiyandin. Lê mixabin, ev hewldan û xebat, heta îro negîhaştin encamek demdirêj, misoger û berbiçav.
Teva hinek xet û rengên ne zelal, bi awakî giştî îro li Bakurê Kurdistanê du xetên siyasî yên ber bi çav hene:
1) Xet û siyaseta etegrasyona bi dewleta Turkîyeyê re û kedîkirina miletê Kurd e. Mixabin ev xet li Bakur û Rojavayê Kurdistanê xeta herî xurt e û çi bigre hemû kanî, rûbar û cuhokên netewî dorpêç kiriye û rojev di bin kontrola wande ye. Bi gotinek din bêhn li partî, rêxistin û grûbên din yên neteweyî û kurdistanî çikandine û nahêlin nefesê bistîne!
2) Xeta din jî xeta neteweyî û kurdistanî ye. Lê mixabin ev xet, di warê rêxistinî û piştgirîya di nava xelkê de gelekî jar û hejar e.
Li Bakurê Kurdistanê, partî û rêxistinên di nav xeta neteweyî û Kurdistanî de ne, bi serê xwe nikarin mudaxeleyî pêvajoyê bikin, rojevê biafirînin û pêşengîya rojevê bikin. Herweha ev xet bi vê rewşa xwe nikarin temsîl û nûnerîya siyasî ya tevgera neteweyî û demokratîk ya Bakurê Kurdistanê bikin. Li aliyekî din jî li Kurdistan, Turkiye û Ewropayê gelek kadiren siyasî û xwedî tecrûbe hene ku xwe di nav vê xeta neteweyî û kurdistanîyê de dibîne, lê bi salan in ku di nav partî û rêxistinan de cîh negirtine. Partî û rexistinên hene, bi awakî giştî nikarin wan kadiran bikşînin nav refên xwe yên siyasî û rêxistinî; ew potansîyel di praktîkê de ji dervî pêvajoyê dimînin û nikarin rola xwe bilîzin.
Pirsgirêkek din jî ew e, ku partî û rêxistên hene, di giranîyê de, partî û rêxistinên “navoser û porsipîyan”ne; ew nikarin bi awakî ku pêwîstî jê heye ciwan û jinan beşdarî nav xabatên siyasî, civakî, çandî û rêxistinîyê bikin. Ev rastiyek tevgera Bakurê Kurdistanê ye û ji bo çareserkirina van pirsan, divê em awa û metodên nû yên xebatên siyasî, rêxistinî û civakî peyda bikin.
Bi awakî giştî, îro jî pêwîstî bi yekitî û rêxistinîyek neteweyî, demokratîk, girseyî ya hevbeş û kurdistanî heye. Bi gotinek din divê rêxistin, partî û derdorên siyasî yên li ser xeta neteweyî û kurdistanî tevdigerin û kadirên serbixwe yên dildar û dozdarên vê xetê ne, di nav partîyek eşkere, hevbeş, berfireh, girseyî û demokratîk de bigehêjin hevdu. Ev yekitî, divê li ser bingehê sentez û rêxistinek hevbeş bê ava kirin. Bêgûman partîyek weha wê bêtir bikaribe bawerîyê bide miletê Kurd; bi xebat û têkoşîna xwe ya li gor rewş û mercên tevgera neteweyî û demokratîk, wê bikarbe bibe hêvîyek nû û mudaxeleyî pêvajoyê bike
Em dizanin ku pirsa yekitî û avakirina partiyek li ser xetek serbixwe, neteweyî, demokratîk û kurdistanî ya hevbeş, pirsek piralî û ne hêsan e. Ji ber şert û merc, nakokî û berberîyên navxweyî û helwesta hinek rêxistin û partîyan, weha diyar dibe ku pêkanîna vê wezîfeya bingehî, di demek nêzîk de zahmet e. Lê ji hêlek din, jiyana siyasî û bûyer li benda me namînin; li Rojhilata Navîn û Kurdistanê, şerekî piralî û dijwar, plan, berberî û reqabetek gelek mezin di nav gelan, dewletên heremê û dewletên mezin de berdewam dike. Herêma me û Kurdistan, ji bo gelek bûyeran “ducanî” ye û hergav dikare gelek bûyer, pêşketin û guherandinên nû rû bidin. Loma jî divê tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê, ji van guherandin û bûyeran re amade be û bikaribe ji kês û firsetên derkevin holê îstîfade bike.
Di vê rewşê de; li Bakurê Kurdistanê, bê ku em pêwîstîya avakirina yekîtîyek siyasî, rêxistinî û girseyî ya hevbeş bidin alîyekî, pêwîstiya herî acîl ev e ku partî, rêxistin, derdor û kadirên siyasî yên di nav xeta neteweyî û kurdîstanî de ne, zûtirîn wext li ser esasê rastîya welêt û neteweya Kurd, dest bi xebata avakirina “temsîl û nûnertîyek neteweyî û kurdistanî ya hevbeş” bikin.
Nûnertîya siyasî ya Bakurê Kurdistanê dikare di destpêkê li ser çend xalan bingehîn û hevbeş bê avakirin:
li ser çend armancên bingehîn û hevbeş yên siyasî, li ser programek xebatê ku dikare li gor rewş û mercan bê guherandin û nûjenkirin li ser awayê rêxistinîyek hevbeş ya li gor vê programa xebatê, li ser birevebirina vê xebat û rêxistinîya sîwanî, hiqûqekî navxweyî; ango destûrek ku her kesî di praktîkê de jî girêbide.
Bêgûman, ev xal û hemû xalên din yên ku pêwîstî jê hene; nav û naveroka dawî ya vê “nûnertîya siyasî ya Bakurê Kurdistanê”, dê di encama hewldan xebat û danûstendinên nav rêxistin, partî û derdorên siyasî de bêne zelal kirin. Di destpêkê de ev temsîl û nûnertîya Bakurê Kurdistanê dikare giranîya xwe bêtir bide ser xebatên siyasî, dîplomasî û lobîyên siyasî.
Ev temsîl û rêxistinîya sîwanî dikara hewildan; dikare xebat û pêvajoya yekîtîyek siyasî û rêxistinî ya ku bi beşdarîyek berfireh, avakirina partiyek eşkere, neteweyî, demokratîk, girseyî û kurdistanî jî geştir bike; gelek kadirên serbixwe yên ku xwe di nav xeta neteweyî û kurdîstanîyê de dibînîn û di nav lêgerînê de ne jî beşdarî nav xebatek weha hevbeş bike.
Herweha, xebat û pêkanîna temsîlek weha, dikare ji bo partî, rêxistin û derdorên siyasî jî bibe qadek nû; kês û firsendek ku pêwêndiyên xwe bi xelkê re xurtir bikin û xebatên xwe yên siyasî, civakî û rêxistinî berfirehtir bikin.
Awa û metodên avakirina yekitî û rêxistinîyek hevbeş gelek girîng e!
Bi awakî giştî, di warê yekitî û hevkarîyan de, bi qasî çerçeweya siyasî; metod û awayên xebata ji bo avakirina yekitîyek weha jî gelek girîng e. Awa û metodên pêkanîna vê pêvajoyê, ji armancên lihevkirina programekê gelekî girîngtir e. Loma jî divê em bi hevûdu re metodeki li gor bejn û bala pêvajoyê peyda bikin. Bi taybetî divê em dûrî bîr û bawerîyên tenggirtin, jidervehiştin, liserferzkirin û ezezîyê bimînin.
Divê her rêxistin, partî û kadirên siyasî yên serbixwe, xwe di nav xebatek weha de bibînin; xebat û hewldanên bêne kirin weke xebat û hewlanên xwe bibînin; bê qeyd û şert, rêz û hurmetê ji hiqûq û destûra navxweyî re nîşan bide.
Kês û firsendên dîrokî her gav nayên ber derîyê me. Herêma Rojhita Navîn û Kurdistan di nav pêvajoyek gelekî dijwar û germ de derbas dibe û ji bo gelek bûyer, guherandin û pêşketinan “ducanî” ye. Di 25ê îlonê de, li Başûrê Kurdistanê miletê Kurd û kurdîstanîyên li wê derê dijîn, ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê wê dengên xwe bidin. Ev referandûm dikare bibe berbanga serxwebûna Başûrê Kurdistanê û kevirên sînoran ji nû ve bihûne. Loma jî; divê hemû partî, rêxistin, derdor û kadirên siyasî yên xwe di nav xeta neteweyî û kurdistanî de dibînin, li gor şert û mercên objektîf tevbigerin û xwe ji bo hemû bûyer û guherandinên dikarin rû bidin amade bikin. Ji bo welatekî serbixwe, neteweyekî azad û civatek demokratîk, wezîfe û pêwîstiyên îro dikevin ser milên me, divê em îro pêkbînin û nehêlin sibê; sibê dikare dereng be!
2017.08.01