HPGê û Artêşa Tirkiyê amarên şer belav kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku li Herêma Zapê 3 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin. Wezarata Berevaniya Tirkiye jî herî dawî canjidestdana 3 gerilayên PKKê aşkere kiribû.
14.07.2022, Per - 05:31
HPGê û Artêşa Tirkiyê amarên şer belav kirin
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya HPG'ê ya îro 13ê Temûza 2022an hêzên wan di nav 48 demjimêrên borî de li Herêma Zapê 3 leşkerên Tirk kirine armanc û kuştine û herwiha derb li 2 firokeyên bê pîlot jî xistine.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî herî dawî doh 12ê Tîrmeha 2022an ragihandibû ku li navçeya Operasyona Pençe-Kîlîd di nav axa Başûrê Kurdistanê de 3 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Roaj 18ê Nîsana 2022an Artêşa Tirkiyê li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de bi hinceta gerîlayên PKKê dest bi operasyona bi navê Pence-Kilîd kir û ew operasyon heta niha jî berdewam e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1004 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:45:03