Wezarete Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de diyar kir, li Zapê gerîlayên PKKyê teqe li bingeheke leşkerî kirine û di encamê de du leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûne.
Duhî jî Wezarete Berevaniyê ya Tirkiyê kuştina 2 leşkerên xwe li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê di encama teqîna bombeyekê de ragihandibû.
Arteşa Tirkiyê nêzîkê heft mehan e li Zapê, li dijî gerîlayên PKKê operasyoneke berfireh ya bi navê “Pence-Kilît” bi rê ve dibe û heta niha herî kêm 80 leşkerên wan hatine kuştin.
Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar berî çend rojan gotibû, kontrolkirina Zapê nêzîk e.