14 parlamenterên Kurd ên li Parlamentoya Iraqê, ji ber beşdarbûna referandûmê 25ê Îlonê, di bin gefa cezayê sêdaredanê de ne. Komîsyona Karûbarên Parlamenteran jî li dijî wan parlamenteran 3 rasparde xwendiye, ku ew jî bi vî awayî ye; rakirina parêzbendiya yasayî ya parlamenteran, dadgehkirin û qedexekirina çalakiyên wan.
Roja 11ê Cotmeha 2017ê, Dadgeha Federalî bersiv da û got: “Li gorî Destûra Iraqê, biryardan û vegotina nêrîna xwe ya derbarê wan parlamenterên ku di giştpirsiyê de deng dane, ne karê me ye.”
Li ser daxwaza fraksiyonî Dewleta Yasa, ku serokatiya wê Nûrî Malîkî dike, 100 parlamenterên Iraqê û Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê, nivîsînek ji Dadgeha Bilind a Federalî re şandin û daxwaza nêrîn û biryarê kirin.
Li gorî zanyariyan 10 ji wan parlamnteran yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ne, 2 ji wan parlamenterê Yekgirtûya Îslamî û 2 jî yên Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) ne.
Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê Mûsenna Emîn yek ji wan parlamenteran e, ku ji ber beşdarbûna giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê, hatiye gilîkirin.
Her wiha Mûsenna Emîn got: “Ew dixwazin li gorî madeya 156 a Yasaya Cezayan a Iraqê me dadgeh bikin. Me weke her kurdekî bi awayekî dermokratîk û eşkere dengê xwe daye serxwebûna Kurdistanê.”
Emîn diyar kir, ku ew li hember biryarên Komîsyona Karûbarên Parlamenteran jî mat maye û ragihand: “Hejmara parlamenterên beşdarî referandûmê bûne ji 14ê zêdetir e. Eger
ji ber dengdanê cezayê sêdaredanê bidin wan parlamenteran, divê 3 milyoın hemwelatî jî werin cezakirin. Ji ber vê yekê, ev van cezayan siyasî sibînin, ne yasayî.”
Parlamenterê Tevgera Goran û Endamê Komîsyona Yasayî li Parlamentoya IraqÊ Emîn Bekir ji Rûdawê re ragihand: “Ev mijar siyasî ye û rakirina parêzbendiya yasayî ya parlamenteran jî ne hêsan e. Heta niha parlamenterên kurd nevegeriyane parlamentoyê da ku em helwesta wan bizanin. Lê bêguman mijara dadgehkirina wan jî bi rewşa siyasî û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê ve girêdayî ye.”
Ev rêkarên li dijî wan 14 parlamenteran di demekê de ye, ku hejmareke parlamenterên kurd li Bexdayê di civînên çapemeniyê de eşkere kirin, ku ew li dijî giştpirsiyê bûne û tevlî dengdanê jî nebûne.
Helwesta Bexdayê tenê ne li dijî parlamenterên kurd bûye. Piştî giştpirsiyê, Dadgeha Edlî ya Iraqê biryara girtina endamên Komîsyona bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê jî da.
Herwiha dadgehê biryar da, li dijî fermanberên hikûmetê yên beşdarî giştpirsiya 25ê Îlonê bûne, pêkanînên yasayî werin kirin.
Roja 2ê Mijdara 2017, Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî li gel hejmarek parlamenterên kurd civînek pêk anî û ji wan xwest, ku li gel parlamenterên din biaxivin da ku vegerin Bexdayê û beşdarî rûniştinên parlamentoyê bikin.
Berdevkê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Rênas Cano, ku yek ji wan parlamenteran e navê wî çûye dadgehê, dibêje: “Selîm Cibûrî ji bo vegera parlamenterên kurd ti garantiyek nedaye, ku derbarê wan de ti pêkanîneke yasayî neyê kirin. Lewma parlamenterên Dewleta Yasa guvaşê dixin ser Selîm Cibûrî û Heyder Deken da ku li dijî wan dengan kom bikin.”
Madeya 156 îdam e
Li gorî madeya 156 a Yasaya Cezayan a Iraqê ya jimare 111 a sererastkirî ya sala 1969ê, ew kesên ku bi qestî bibin sedema gefa li ser serxebûna welat, yekîtiya yan jî ewlekariya xak xistibine metirsiyê kar kiribin, bi îdamê tên cezakirin.
Lê belê, Herêma Kurdistanê, li gorî yasaya jimare 21 a sala 2003ê, ev yasa kar pê nayê kirin.