20 milyon ziyaretkar beşdarî Çileya Îmam Husên bûn

Îsal 20 milyon ziyaretkar beşdarî merasîma Çileya Îmam Husên bûn, ku di nav wan de pênc milyon biyanî hene.
16.09.2022, Cum - 07:06
20 milyon ziyaretkar beşdarî Çileya Îmam Husên bûn
Nuçe Belav bike

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl ragihand, îsal zêdetirî 20 milyon ziyaretkaran beşdarî merasîma Çileya Îmam Husên bûne.

Yehya Resûl di daxuyaniyekê de eşkere kir: “Ji wan 20 milyon ziyaretkaran, 5 milyon biyanî ne, ku li gor zanyariyan bi rêya deriyên sînorî û balafirgehên Bexda û Necefê hatine Iraqê.”

Li ser vê mijarê, Serokê Beşa Karwan û Merasîmên Husêniye yê Iraq û cîhanê Eqîl Yasirî ragihand, di nava van çend rojan de zêdetirî 12 hezar û 500 karwan beşdarî bîranînê bûne, 300 karwan ji aliyê welatiyên biyanî ve bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 433 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:17:11