Amerîka li Îraqê sîstema bergiriya asmanî çalak dike

Pêxemetî parastina bingehên xwe yên serbazî ji her êrîşekê, wekî tolvekirin ji bo êrîşa wê ya li ser Curf Sexrê li Babilê, Amerîka penayê dibe ber xeta germ û bi kûrahiya 30 kîlometran li derdora bingehên xwe li Îraqê sîstema bergiriya asmanî çalak dike.
02.08.2024, Cum - 10:20
Amerîka li Îraqê sîstema bergiriya asmanî çalak dike
Nuçe Belav bike

Ji bo bergirîkirina ji bingehên xwe yên serbazî li Îraqê, Waşinton penayê dibe ber xeta germ. Çend çavkaniyan ew pêngava Amerîkayê ji bo medyaya Îraqî piştrast kiriye û ragehandiye, serkirdeyên serbazî yên bilind ên Amerîkayê hest bi nîgeraniyeke rastîn ji êrîşkirina li ser bingehên wê yên serbazî li Îraqê dikin, wekî tolvekirin ji bo êrîşa wê ya li ser Curf Sexrê li Babilê, xasma jî bingeha Eyn Esedê ku her car ji aliyê komên milîşyayan ve tê armanckirin û hin caran armanca xwe bi hûrî dihingêve.

Li dû gotina wan çavkaniyan, di dema 48 seetên borî de peywendiyeke giran di navbera serkirdeyên Amerîkayî de bi rêya hêleke germ hebûne, li ser metirsiya her bersivekê û Amerîka nikare ji bo dema çend heftiyan bingeha Eyn Esedê daxistî bihêle, metirsiya wê yekê heye ku li qonaxa bê êrîşên rasterast li ser wê bingehê bên kirin.

Çavkaniyan amaje jî daye, bingehên Amerîkayê li Îraqê di amadebaşiya bilind û nîgeraniyê de ne û sîstema bergiriya asmanî bi kûrahiya 30 kîlometran li derdora bingehên xwe çalak kiriye, herwesa peyamên tenaker bi rêya xeta germ berdewam in, tevî ku pêşbînî nayê kirin di çi demekê de êrîşî wan tê kirin.

Ev jî di demekê de ye ku şarezayê siyasî û ewlehî Ehmed Yasirî pêştir ragehandibû, “Bersiva komên çekdar ji bo armanckirina Heşda Şebî li Babilê dê bersiveke klasîk be, bi rêya dronan li ser bingeha Eyn Esedê an jî derdora Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê tê kirin.”

Bi gotina Yasirî, tevî ku bersiva wan koman tenê ji bo gehandina peyamekê ye ji ber ku şiyanên wan ên serbazî li astê rûbirûbûna Amerîka û Israîlê nînin, lê eger ev yek qewimî, encamên wê dê metirsîdar bin û mimkin e bersiva Amerîkayê jî ji bo wan kuştina serkirdeyên bilind ên wan koman be, xasma ku ev demeke ew serkirde xistine nav lîsta armanckiriyên xwe.

 

Vî nûçeyê tevayî: 230 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:53:38