Amerîkayê pêşwazî li pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kir

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price ragihand, “Gelê Iraqê hêjayî başkirina aborî û xizmetên giştî û bidawîkirina gendeliyê ye.”
28.10.2022, Cum - 12:51
Amerîkayê pêşwazî li pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kir
Nuçe Belav bike

Amerîkayê pêşwazî li pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kir û Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price ragihand, “Gelê Iraqê hêjayî başkirina aborî û xizmetên giştî û bidawîkirina gendeliyê ye.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price îro Înê 28ê Cotmeha 2022an di daxuyaniyekê de pîrozbahî li Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir ku kabîneya wî bawerî ji parlamentoya Iraqê wergirt.

Ned Price got, “Em li bendê ne ku bi serokwezîr û hikûmeta nû re li ser berjewendiyên hevbeş kar bikin ji bo baştirkirina xizmetguzariyan ji gelê Iraqê re û parastina serweriya Iraqê di çarçoveya rêkeftina stratejîk de.”

Ned Price dibêje, “Gelê Iraqê hêjayî başkirina aborî, bidawîkirina gendeliyê û baştirkirina xizmetên giştî ye. Price herwiha pesnê Sûdanî da ji bo pabendbûna wê bi vegerandina çekan bo bin kontrola saziyên fermî û rewa yên dewletê.”

Di dawiyê de, Amerîkayê amadebûna xwe nîşan daye ku bi hikûmeta nû re kar bike ji bo çareserkirina pirsgirêkên wek rêzgirtina li mafên mirovan, guhertinên avhewayê, başkirina rewşa aborî bo niştecihên wê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê daye xuyakirin, Amerîka piştgiriya proseya reforman li Iraqê jî dike.

Duh parlamentoya Iraqê di civîna xwe ya asayî de bawerî da kabîneya serokwezîrê erkdarkirî Mihemed Şiya Sûdanî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 399 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:34:41