Bafil Talebanî û Nûrî Malikî li Bexdayê civiyan

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî li Bexdayê ji bo gotûbêjkirina geşedanên siyasî û hewldanên ji bo dirustbûna yekdengiya niştimanî civiyan.
18.08.2022, Per - 06:16
Bafil Talebanî û Nûrî Malikî li Bexdayê civiyan
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya civînê, her du aliyan tekezî li ser lihevkirina li ser bingeha hevbeşiya rasteqîn kirine, da ku Iraq ji vê rewşa siyasî ya têketiye derbas bibe, herwiha pêşwazî li destpêşxeriya îro kirine ji bo komkirina hêz û aliyên cuda bo dîtina rêyeke guncaw a çareserkiyê û zalbûna bi ser astengiyan de.

Herwiha daxwaz kirine, pêngavên serxistina vê destpêşxeriyê berdewam û bileztir were kirin û hewldan di xizmeta armancên bilind de bin.

Di hevdîtinê de Serokê YNKê Bafil Talebanî diyar kiriye: “Rewşa îro ya welat wisa dixwaze ku em hemû ji bo seqamgîrî û hikûmraniyeke baştir yekdeng bin û armanca me bidestxistina jiyaneke aram û xweşguzeran be ji bo welatiyan.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 477 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:07:16