Bereyê Miqawemeyê yê Îslamî yê Îraqê di beyannameyekê de ragehand, bi rêya bikaranîna dronan xaleke serbazî li bakurê Israîlê kiriye armanc.
Bereyê Miqawemeyê yê Îslamî yê Îraqê kempeynên xwe li dijî Israîlê bi lez piştrast kirin.
Komên milîşyayên Îraqî ku xwe wekî Bereyê Miqawemeyê daye nasandin, ji lîwayên Hizbulah, Seyîdu Şuhade, Tevgera Nuceba û çendên din pêk tên.
Ev ji bo dema zêdetirî salekê ye ku Israîlê li kertê Xezzeyê dest bi şerê li dijî Hemasê kiriye, ew jî piştî êrîşa Hemasê ya roja 07.10.2023ê li ser Israîlê.
Şerê Xezzeyê wesa kiriye ku komên çekdar ên girêdayî Îranê desttêwerdanê li deverê bikin û wî şerî berfireh bikin.