Bexda: Li cebilxaneyekê teqîn

Li Bexdaya paytexta Îraqê di depoyeke çek û cebilxaneyan de teqînek pêk hat.
19.07.2024, Cum - 10:10
Bexda: Li cebilxaneyekê teqîn
Nuçe Belav bike

Hêzên çekdar ên Îraqê ragihand li başûrê Bexdayê di depoyeke çek û cebilxaneyan de teqînek çêbûye.

Li gorî şahidan bûyerê piştî teqînê dronek li hewayê hatiye dîtin.

Heşdî Şeibiyê li ser teqînê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyekê de wiha got:

“Teqînek di depoya Lîwaya 42an a hêzên me de derket.

Teqîn saet 19:00ê li Fermandarîya Operasyonên Selahedîn li başûrê Bexdayê pêk hatiye.

Piştî teqînê hêzên ewlehiyê yên Bexdayê dest bi lêkolînê kirin û tîmên rizgarkirinê gihîştin cihê bûyerê.

Li gorî zanyariyan ji ber teqînê ti ziyanên canî yên endamên Heşdî Şabiyê çênebûne.

 

Vî nûçeyê tevayî: 226 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:15:33