Bîlançoya bûyerên herêma Xurmatûyê pir giran e

Mîsyona Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî piştî bûyerên 16ê Cotmehê ku ji aliyê milîsên Heşda Şeibî ve li herêma Xurmatûyê hatin kirin raportek weşand.
25.12.2017, Pts - 07:32
Bîlançoya bûyerên herêma Xurmatûyê pir giran e
Nuçe Belav bike

Heyeta UNAMI di navbera 7-14ê Berfenbarê de li bajarê Xurmatûyê lêkolînek kir û piştî lêkolînê raportek weşand. Di raportê de gelek bûyerên wekî ihlalên mafî, koçberî, talan û şewitandina avahiyan cih girtin.

Li gorî raporta UNAMIyê, hezar û 440 malbat neçar man koçber bibin, li 2 taxên kurdan zêdetirî 40 avahi hatin hilweşandin, 100 dikan hatin talankirin û şewitandin, hinek bûyer bi zanebûn hatin kirin, bi şêweyekî cidî talan hat kirin û dibe rêjeya zirarê hê zêdetir be.

Herwiha mîsyon xebatên xwe yên lêkolînê li ser 2 bûyerên destdirêjiyê jî didomîne

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1596 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:59:11