Blinken ji bo Sûdanî: Selametiya serbazên me di stûyê we de ye

Wezîrê Derve yê Amerîkayê daxwazê ji Serokwezîrê Îraqê dike ku bingehên wan ên serbazî ji êrîşên komên milşyayên nêzî Îranê biparêzin.
13.08.2024, Sal - 15:59
Blinken ji bo Sûdanî: Selametiya serbazên me di stûyê we de ye
Nuçe Belav bike

Wezareta Derve ya Amerîkayî parve kiriye, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi tilefonê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re axiftiye.

Tevî axiftina li ser rewşa deverê, Blinken tekez li ser erk û berpirsyarîtiyên Hikûmeta Îraqê ji bo parastina bingehên Amerîkayê ji êrîşên komên milîşyayên nêzî Îranê kiriye.

Herwesa her du aliyan tekez li ser pabendiya berdewam a şêwirmendiya navbera Amerîkayê û Îraqê ji bo pêşxistina peywendiyên her du welatan kir û behsa seqamgiriya Rojhilata Navîn û bizavên diplomasî ji bo rêgirtina li berfirehbûna şerî li deverê kir.

Ev peywendiya tilefonî di demekê de ku, zêdetir hêza Amerîkayî bi çekê pêşkeftî ji bo Rojhilata Navîn hatiye şandin û gefên Bereyê Miqawemeyê li Îraqê jî berdewam in, ku duhî di dawî ragehandina xwe de gefên êrîşkirina ser hêzên Amerîkayê kirine û ragehandiye ku, “pabendî çi qeyd û bendan nabin, eger hêzên Amerîkayî careke din destê xwe ji bo kom û çekdarên wê dirêj bike”.

Bereyê Miqawemeyê yê Îraqê herwesa ragehandiye, “Eger Amerîka asmanê Îraqê ji bo weşandina gurzên serbazî li dijî Îranê bi kar bîne, komên Miqawemeyê destberdayî nabin û êrîşên wan li ser hêzên Amerîkayî bidawî nayên.”

Herwesa malpera Axiosê ya nûçeyan a Amerîkayî jî parve kiriye, biryar e îro (Sêşem, 13.08.2024) Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ji bo pirsa rawestandina şerê Xezzeyê û tenakirina rewşa têkçûyî ya deverê careke din vebigere Rojhilata Navîn û serdana Qeter, Misir û Israîlê bike.

 

Vî nûçeyê tevayî: 181 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:51:51