Blinken ji Sûdanî dixwaze Îraqê rol di kontirolkirina rewşa deverê de hebe

Wezîrê Derve yê Amerîkayê daxwazê ji Serokwezîrê Îraqê dike ku, welatê wî rol di kontirolkirina rewşa deverê û rêgirtina li mezintirbûna aloziyan de hebe. Sûdanî jî dibêje, “Rêgirtina li mezintirbûna aloziyan girêdayî rawestandina destdirêjiyên li ser Xezzeyê ye.”
05.08.2024, Pts - 09:57
Blinken ji Sûdanî dixwaze Îraqê rol di kontirolkirina rewşa deverê de hebe
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken duh (Yekşem, 04.08.2024) peywendiyeke tilefonî bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re kir û behsa dawî pêşhatên deverê û giringiya tekezkirina aştî û seqamgirî û rêgirtina li mezintirbûna rewşa niha ya Rojhilata Navîn kir.”

Li dû ragehandina Nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê, Sûdanî ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê re ragehandiye, “Rêgirtina li xirabtirbûna rewşa niha ya deverê û berfirehbûna hevrikiyan, girêdayî rawestandina destdirêjiyên Israîlê yên li ser Xezzeyê û rawestandina hikûmeta Netanyahu ji êrîşkirina ser welatên deverê û bidawîanîna binpêkirinên serweriya welatan û qanûnên navdewletî ye.”

Herwesa Wezîrê Derve yê Amerîkayê xwasteka Amerîkayê tekez kir, ku Îraq rolekî erênî di kontirolkirina rewşa deverê û rêgirtina li zêdetir mezinbûnê ji aliyên cuda cuda yên wê hevrikiyê ve bigêre û Îraq ji bo piştevanîkirina seqamgirî û aştiyê li deverê li ser bizavên xwe berdewam be.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 219 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:57:44