Çapemeniya Iraqê navê beşek ji wezîrên hikûmeta nû aşkera kir

Mihemed Şiya Sûdanî ragehand, kabîneya hikûmeta wî amade ye û dikare biçe pêş Parlamentoya Iraqê, şeva borî jî çapemeniya Iraqê navê beşek ji wezîran bi awayekî nefermî aşkera kir ku Sûdanî ji bo kabîneya nû destnîşan kiriye.
26.10.2022, Çar - 07:18
Çapemeniya Iraqê navê beşek ji wezîrên hikûmeta nû aşkera kir
Nuçe Belav bike

Duh piştî ku berbijêrê hatiye erkdar kirin ji bo pêkanîna hikûmetê Mihemed Şiya Sûdanî ragehand, kabîneya hikûmeta wî amade ye û dikare biçe pêş Parlamentoya Iraqê, şeva borî jî çapemeniya Iraqê navê beşek ji wezîran bi awayekî nefermî aşkera kir ku Sûdanî ji bo kabîneya nû destnîşan kiriye.

Li gor çapemeniya Iraqê Ehmed Esedî wek wezîrê kar hatiye destnîşan kirin, Leys Şahir wezîrê neft, Salih Hesnawî jî wek wezîrê tenduristiyê û jîngeya Iraqê hatiye destnîşan kirin.

Herwaha Neîm Ebûdî ji bo wezareta xwandina bilind, Rezaq Miheybis ji bo wezareta veguhestinê, Ebdulemîr Şemerî ji bo wezareta navxwe û Heyam Yasrî jî wek wezîrê gehandin hatiye destnîşan kirin.

Herwaha navê Mihemed Temîm yek ji navên din ê hatî aşkera kirin û çapemeniya Iraqê dibêje ji bo wezareta perwerde hatiye destnîşan kirin. Herwaha Ebdulxaliq Ezawî ji bo wezareta Bazirganî, Sebah Mehdî ji bo wezareta ciwanan û Ebas Elyawî jî ji bo wezareta çandiniyê hatiye destnîşan kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 417 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:35:00