Çarçoveya Hevahengiyê li ser namzedkirina Mihemed Şiya Sûdanî rijd e

Serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê civiyan û tekezî li ser namzedkirina Mihemed Şiya Sûdanî ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê dikin.
03.09.2022, Cts - 11:04
Çarçoveya Hevahengiyê li ser namzedkirina Mihemed Şiya Sûdanî rijd e
Nuçe Belav bike

Şeva borî 2yê Îlona 2022yan hemû serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê li mala Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî civiya, li gor zanyariyan, Çarçoveya Hevahengiyê bi giştî li ser rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj kiriye û tekezî li ser namzedkirina Mihemed Şiya Sûdanî kiriye ji bo postê serokwezîriyê.

Herwiha serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê biryar daye, rûniştinên parlamentoyê û hewldanên pêkanîna hikûmetê bo piştî bidawîbûna çileya Îmam Husên paş bixin.

Ev di demekê de ye ku li ser daxwaza Muqteda Sedir roja 30yê Tebaxa 2022yan, alîgirên Sedir li Navçeya Kesk vekişiyan û dawî li xwepêşandanan anîn, ev yek ji aliyê hêzên siyasî, nûnerên welatan ên li Iraqê pêşwazî lê hat kirin ji bo destpêkirina gotûbêjên navbera aliyên siyasî bi armanca derbaskirina Iraqê ji qeyrana siyasî, lê belê heta niha gotûbêjên rasterast di navbera aliyan de dest pê nekiriye

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 438 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:54:55