Careke din bingeha serbazî ya Eyn Esedê hat moşekbarankirin

Çavkaniyên ewlehiyê yên Îraqê eşkere kiriye ku, careke din bingeha serbazî ya Eyn Esedê li rojavayê Îraqê hat moşekbarankirin.
26.07.2024, Cum - 10:19
Careke din bingeha serbazî ya Eyn Esedê hat moşekbarankirin
Nuçe Belav bike

Ajansa Reutersê duhî (Pêncşem, 25.07.2024) ji çavkaniyên ewlehiyê parve kir ku, çar moşek arasteyî bingeha serbazî ya Eyn Esedê hatine kirin lê amaje neda zirarên wê êrîşê.

Li dû zanyarên destpêkê yên medyaya Îraqî, ew moşek li nêzî wê bingeha serbazî keftine xwarê û hêzên ewlehiyê jî dest bi vekolînan kiriye.

Pêştir jî li roja Sêşemê, 16.07.2024, bi rêya droneke bombekirî êrîşî ser bingeha serbazî ya Eyn Esedê hatibû kirin.

Hatibû eşkerekirin ku, ew êrîş ji aliyê Miqawemeya Îslamî ya Îraqê ve hatibû kirin lê çi zirarên canî jê peyda nebûbûn.

Bingeha serbazî ya Eyn Esedê dikeve parêzgeha Enbarê li rojavaya Îraqê û hêzên Amerîkayê li nav wê bingehê hatine binecihkirin. Pêştir jî komên girêdayî Miqawemeya Îslamî gelek caran êrîşî ser wê bingehê kiribû.

 

Vî nûçeyê tevayî: 278 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:33:22