Bexda ewqasî bihêz nîne ku şertan dayne pêşiya Kurdsitan

Cîgirê berê yê Wezîrê Darayî yê Iraqê Fazil Nebî ragihand, eger kurd bibin yek Bexda ewqasî bihêz nîne ku şert û mercan dayne pêşiya Herêma Kurdistanê.
24.11.2017, Cum - 13:14
Bexda ewqasî bihêz nîne ku şertan dayne pêşiya Kurdsitan
Nuçe Belav bike

Fazil Nebî di axaftina xwe ya ku ligel BasNews\'ê de pêkaniye dibêje ku, li Herêma Kurdistanê ku nifûsa wê 5 milyon e, milyonek û nîv mûçexor in û hinek jî 3-4 mûçeyan distînin. Ev tiştekî gelekî xelet e û li ti derekî dinyayê tiştekî wiha nîne.

Nebî her wiha got, mûçexorên Kurdistanê bi qasî yên Almanya ne! Vêca bûdce dê çawa têra vê yekê bike!

Cîgirê berê yê Wezîrê Darayî yê Iraqê da xuyakirin ku divê sîstema mûçe li Kurdistanê were guhertin û got, divê karekî wisa were kirin ku mirov bikare pişta xwe bi xwe girêbide. Divê çareyeka bingehî were dîtin.

Her wiha Fazil Nebî berdevamiya axaftina xwe de bal dikşîne li ser vî noqtê û dibêje, eger Kurd yek bin Bexda nikare bi dilê xwe hereket bike û şert û mercan dayne pêşiya Kurdistanê ji ber ku Bexda ewqasî bihêz nîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1362 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:13:15