Cîgirê serokê parlementoya Iraqê: Xebatên erebkirina deverên Kurdistanî bi tundî dest pê kirine!

Beşîr Hedad hişyarî daye û gotiye, eger ew arîşe neyê çareserkirin dê ziyanek mezin bigihê kurdan.
09.08.2020, Paz - 20:46
Cîgirê serokê parlementoya Iraqê: Xebatên erebkirina deverên Kurdistanî bi tundî dest pê kirine!
Nuçe Belav bike

Cîgirê serokê parlementoya Iraqê Beşîr Hedad dibêje, piştî ragihandina dema hilbijartinên berwext ji aliyê serokwezîrê Iraqê ve, xebatên erebkirina deverên Kurdistanî dîsa bi xurtî dest pê kirine!

Cîgirê serokê parlementoya Iraqê, Beşîr Hedad ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, hikûmeta Iraqê biryar daye Hezîrana 2021 hilbijartinên berwext li dar bixîne. Piştî ragihandina wê biryarê ji aliyê serokê hikûmetê ve, xebat û hewlên erebkirina deverên Kurdistanî dîsa bi tundî dest pê kirin.

Beşîr Hedad her wiha gotiye, mebesta wan ji wê yekê ew e ku rêjeya dengên ereban li wan deveran zêde bikin û bi vî rengî li hember kurdan û pêkhateyên din serkeftinê bi dest bînin û demografiya wan deran jî biguherînin.

Cîgirê serokê parlementoya Iraqê bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê kir di danûstandinên bi Bexdayê re vê mijarê gotûbêj bike û pêşiya wê yekê bide girtin û çareyekê ji wê rewşê re bibîne da ku hêzên Pêşmerge vegerin wan deveran û bi hevbeşî bi artêşa Iraqê re wan deran biparêzin.

Beşîr Hedad hişyarî daye û gotiye, eger ew arîşe neyê çareserkirin dê ziyanek mezin bigihê kurdan.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 788 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:42:03