Civata Wezarî ya Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê sinorbezandina Tirkiyeyê red dike

Civata Wezarî ya Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê derbazbûna ji sinoran ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve bo nav axa Îraqê red dike, herwesa tekezê jî dike ku nabe axa welatê wê ji bo êrîşkirina ser cîranên wê bê bikaranîn.
11.07.2024, Per - 11:31
Civata Wezarî ya Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê sinorbezandina Tirkiyeyê red dike
Nuçe Belav bike

Berdevkê Fermandeya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê Yehya Resûl duh roja Çarşem ragehand, “Civata Wezarî ya Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê bi serokatiya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya û danûstandin li ser pirsa desttêwerdan û binpêkirinên artêşa Tirkiyeyê li deverên sinorî yên hevpar ên navbera her du welatan kirin.

Di wê ragehandinê de hatiye, wê civatê tekez li ser redkirina leşkerkêşî û binpêkirinên serbazî yên Tirkiyeyê yên li ser axa Îraqê kir, daxwaz jî ji Tirkiyeyê kir ku bingehên cîrantiya baş li ber çavan werbigire û bi rêya peywendiyên xwe yên diplomatîk bi Hikûmeta Îraqê re li ser her pirseke ewlehiyê hevahengiyê bike.

Her di wê civînê de, Mihemed Şiya Sûdanî şandek bi serokatiya Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî raspard ku serdana Herêma Kurdistanê bike, bi merema lidûçûn û wergirtina helwesteke hevgirtî li ser vê pirsê ku bandor li ser serweriya Îraqê heye.

Herwesa Civata Wezarî ya Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê daxwaz ji hemî aliyan kir ku li ser vê pirsê li dû destûrî piştevaniya helwesta Hikûmeta Îraqê bikin, wekî çawa êrîşkirina li ser axa xwe red dike, wesa jî nabe axa welatê wê ji bo êrîşkirina li ser welatên cîran bê bikaranîn.

 

Vî nûçeyê tevayî: 207 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:51:58