Dadgeha Bilind doza li dijî statuya 'Herêma Kurdistanê' red kir

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê gilîkirina li dijî statuya Herêma Kurdistanê bi sedema “berjewendiya gilîkar di gilînameyê de tune ye”, red kir.
04.08.2022, Per - 12:41
Dadgeha Bilind doza li dijî statuya 'Herêma Kurdistanê' red kir
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyan Parlamenterê serbixwe yê Parlamentoya Iraqê Elî Şedad giliyê Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê kiribû û ragihandibû ku desthilat û statuya Herêma Kurdistanê li dijî Destûra Iraqê ye.

Her wiha Şedad di giliya xwe de amaje bi wê yekê kiribû ku desthilatên ku ji Herêma Kurdistanê re hatine dayîn “bendên 5, 13, 19, 120 û 125 ên taybet bi cîbicîkirina destûrê, serweriya yasa û serxwebûna dadgehan, danîna destûra Herêma Kurdistanê û garantîkirina mafên pêkhateyan binpê kirine”.

Wî parlamenterê Iraqî aliyê din li dijî Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî, Serokwezîr Mistefa Kazimî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Herêma Kurdistanê Ebdulcebar Ezîz û Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê Celîl Ednan jî doz vekiribû.

Hat ragihandi ku roja Çarşembê 3ê Tebaxa 2022an Dadgeha Federal a Iraqê derbarê giliyê de civiya û biryara redkirina giliyê da.

Parlamenterê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Şêrwan Dûberdanî ji Rûdawê re ragihand, Dadgeha Bilind di rûniştina xwe ya 3ê Tebaxê de giliyeke li dijî statuya Herêma Kurdistanê red kiriye, ku ji aliyê parlamenterekî Iraqê ve ew gilî hatibû tomarkirin.

Şêrwan Dûberdanî got, sedema redkirina giliyê ji aliyê Dadgeha Bilind ve ew e ku “berjewendiya gilîkar bi vê dozê re nîne”.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 898 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:28:03