Dadgeha Federal a Iraqê ji bo referandûma Kurdistanê kom dibe

Dadgeha Federal a Iraqê ji bo guftûgokirina dosyeya referandûma Herêma Kurdistanê dê sibe li hev bicive.
19.11.2017, Paz - 10:26
Dadgeha Federal a Iraqê ji bo referandûma Kurdistanê kom dibe
Nuçe Belav bike

Eyas Samuk Berdevkê Dadgeha Federal a Iraqê ragihand ku sibe, roja duşemê Dadgeha Federal ji bo guftûgokirina heft dosyeyên destûrî kom dibe.

Samuk herwisa bal kişand ser ku pirsgirêka destûrîbûna referandûma Herêma Kurdistanê jî di nava wan dosyeyan de heye, daku dadgeh dê di derbarê wê de biryarê bide.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku meha borî Dadgeha Federal a Iraqê diyar kiribû ku ew nikarin biryarê li ser referandûmê bidin, ku ew li gorî destûrê ye an ne li gorî destûrê ye.

Referandûma serxwebûnê ya li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên derveyê rêveberiya Herêma Kurdistanê di 25ê Îlonê hatibû lidarxistin û di encamê de nêzikî ji sedî 93yan dengê ‘erê' derketibû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1562 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:45:31