Dadgeha Federal dosya hilweşandina Parlamentoya Iraqê red kir

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, dosya hilweşandina Parlamentoya Iraqê red kir.
07.09.2022, Çar - 14:38
Dadgeha Federal dosya hilweşandina Parlamentoya Iraqê red kir
Nuçe Belav bike

Dadgeha Federalî di daxuyaniyekê de ragihand, “Endamên Encûmena Nûneran piştî helbijartina wan, ne nûneratiya xwe û ne jî aliyên xwe yên siyasî dikin, lê belê nûneratiya gel dikin, ji ber vê yekê jî pêwîst bû ku ew kar ji bo bidestxistina tiştê ku ji bo wan hatiye hilbijartin bikin ku berjewendiya gel e, ne ku bibin sedema astengkirina berjewendiyên wan û ewlehiya wan û ewlehiya gel bi tevahî bixe metirsiyê.”

Her wiha tekez kir, “Aramiya proseya siyasî li Iraqê pêwîst dike ku her kes rêzê li bendên destûrê bigire û destûrê binpê neke.”

Da zanîn jî, “Destûra Komara Iraqê ya sala 2005an, mekanîzmaya destûrî ji bo hilweşandina Encûmena Nûneran li gor bendên madeya (64/yekem) a wê biryarê daniye.”

Dadgeha Bilind a Ferderal tekez kir, “Desthilatdariya Dadgeha Bilind a Federalî li gorî madeya (93) ya destûrê û madeya (4) ya yasaya Dadgeha Bilind a Federalî hatiye diyarkirin û hilweşandina parlamentoyê jî tê de nîne.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 503 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:36:34