Dûbiz: DAIŞê ji 3 baskan ve êrîşî çeperên artêşa Iraqê kir

i du navçeyên ser bi qeza Dûbizê terorîstên DAIŞê ji 3 baskan ve êrîşî hêzên artêşa Iraqê kir û berpirsekî jî ragehand, çend roje li sînorê qeza Dûbizê tevgera terorîstên DAIŞê zêde bûye.
21.09.2022, Çar - 13:18
Dûbiz: DAIŞê ji 3 baskan ve êrîşî çeperên artêşa Iraqê kir
Nuçe Belav bike

Îro 21.09.2022yê berpirsê navçeya Dûbizê yê PDKê Cewad Mihemed ji BasNewsê re ragehand: Şeva borî terorîstên DAIŞê ji 3 baskan ve êrîşa çekdarî li ser çeperên artêşa Iraqê yên li sînorê gundê Simaylawe û navçeya Bay Hesen pêkanîn.

Herwaha got: ‘’Ev çend rojeke careke din tevgera terorîstên DAIŞê ya li qeza Dûbiz a ser bi parêzgeha Kerkûkê zêde bûye û herî dawiyê jî şeva borî êrîşî çeperên artêşa Iraqê kirin û derbarê ziyanên canî de ti agahî nehatin belav kirin, lê terorîst her derfetekî bibînin êrîş dikin.’’

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 748 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:06:55