Ebadî: Eger Kurdistan şert û mercên Bexdayê pêk neyne...

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, ku eger Herêma Kurdistanê şert û mercên Bexdayê pêk neyne 5 sal heta 10 salên din jî firokexane venabin.
21.02.2018, Çar - 07:44
Ebadî: Eger Kurdistan şert û mercên Bexdayê pêk neyne...
Nuçe Belav bike

Heyder Ebadî duh di gotara xwe ya heftane de behsa pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û got: “Niha danûstandin gihiştine qonaxeke pêşkeftî. Eger hemû mercên me hatine cîbicîkirin, emê sube firokexaneyan vekin. Lê eger ev merc nehatine cîbicîkirin 5 heta 10 sal jî derbas bibe firokexane venabin.”

Ebadî derbarê siza û dorpêça li ser Herêma Kurdistanê jî diyar kir, ku ew tenê “propaganda” ye, ti dorpêçek li ser Herêma Kurdistanê nîne û da xuyakirin, ku ew hewl didin desthilata hikûmeta federal li tevahiya Iraqê bidin rûniştandin.

Serokwezîrê Iraqê li ser vê mijarê destnîşan kir, ku tenê geştên navdewletî yên firokexaneyên Herêma Kurdistanê hatine sekinandin û got, ku ji rexekî din ve ji firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê geçt ji bo firokexaneyên Bexda, Necef û Besrayê hene.

Derbarê deriyên sînor de Heyder Ebadî mînaka dewletên din anî û got: “Li gorî destûrê rêveberiya deriyên sînor tenê di destê hikûmeta navendî de ye. Ev li hemû cîhanê wiha ye. Li hemû dewletên din berpirsiyariya deriyên sînor di bin desthilata hikûmeta federalî de ye. Li Almanya û Amerîka û welatên din binerin, her wiha ye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1462 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:25:12