Ebadî: Em ê hemû mûçeyên Herêma Kurdistanê bişînin

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civîna rojnamevanî ya heftane de ragihand: "Ew dê hemû mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanî bişînin.”
17.01.2018, Çar - 07:03
Ebadî: Em ê hemû mûçeyên Herêma Kurdistanê bişînin
Nuçe Belav bike

Ebadî da xuyakirin, "Tevî ku amarên derbarê hejmara temam ya fermanberên Herêma Kurdistanê de li cem me nînîn jî Hikûmeta Iraqê gelekî cidî ye li ser çarekirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û em ê mûçeyên tevahiya fermanberên Herêma Kurdistanê bişînin."

Li ser danûstandinên bi Herêma Kurdistanê re jî Ebadî da zanîn, Hikûmeta Iraqê hewil dide ku hemû kêşe û aloziyên ligel Herêma Kurdistanê çareser bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1641 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:26:52