Ebadî: Kurdên sûrî bi zorê xerîteyê biguherînin, dê gelek xwîn birije

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî diyar kir, "eger kurdên Sûriyeyê bi zorê xerîteyê biguherînin, dê xerîteya herêmê biguhere û ev jî dê gelek xwînê li herêmê birijîne."
10.03.2018, Cts - 08:49
Ebadî: Kurdên sûrî bi zorê xerîteyê biguherînin, dê gelek xwîn birije
Nuçe Belav bike

Ebadî bi rojnameya Timeê ya amerîkî re axift û got ku "erdê kurdên sûrÎ kontrol dikin di bin tehdîdeke mezin de ye".

Herwiha serokwezîrê iraqî got ku "Sûriye ji hev bikeve, tevahiya herêmê dikeve bin tehdîdê. Eger kurdên sûrî hewl bidin bi zorê xerîteyê biguherînin, dê yên din jî neçar bike ku xerîteyên xwe biguherînin…Eger tu guhertinê livir dixwazî, dê gelek xwîn li vê herêmê birije.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li ser pirsa bê gelo bi gotûbêjan qeyrana Sûriyeyê peyda dibe yan jî divê Serokê Sûriyeyê Beşar Esad dest ji karî berde axift û got: "Ev tenê aliyekî kêşe ye. Aliyê din ew e ku erdek heye û tehdîdeke mezin li ser heye û kurdên sûrî wê kontrol dikin. Xwedê neke, eger Sûriye ji hev bikeve, tevahiya herêmê dê têkeve bin tehdîdê. Eger kurdên sûrî hewl bidin bi zorê xerîteyê biguherînin, ev dê qevzeke mezin be ber bi pêş ve û dê yên din jî neçar bike ku xerîteyên xwe biguherînin. Ev herêm di serdala borî de hat perçekirin, ev perçekirin tenê bi qelemê bû. Wan sînor xêz kirin û biryar da ku ev dewlet in. Eger tu guhertinê li vir dixwazî, dê gelek xwîn li vê herêmê birije."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1645 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:03:08