Ebadî li gel firakisyonên Kurdistanî dicive

Endamê Kurd di Perlemana Iraqê de, Mesûd Heyder ragihand, ku wî ji Serokwezîrê Iraqê xwestiye li gel firakisyonên Kurdistanî bicive û biryar e Ebadî sibe li gel wan firakisyonan bicive.
01.02.2018, Per - 09:35
Ebadî li gel firakisyonên Kurdistanî dicive
Nuçe Belav bike

Mesûd Heyder ew daxuyanî li ser rûpela xwe ya facebookê belav kiriye û dibêje: "Îro hatina serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo Perlemana Iraqê, tenê ji bo gotûbêjê bû û xwendina diwem ji pirojeyasaya budceyê re nehat kirin".

Herweha got: "Biryar li ser pêşinyara min hat dayin, ku sibe serokwezîrê Iraqê bi awayekî cuda, li gel firakisyonên Kurdistanî, Sunne û parêzgehên petrolê berhem tînin, civînan lidar bixe û têbînîyên wan li ser pirojeyasaya budceyê gotûbêj bike".

Wî perlemanterê Kurd got: "Helwesta me wek Kurd zelal û eşkere ye û heger bersiva wan li ser daxwazên me ne erênî bin, em deng li ser pirojeyasaya budceyê nadin".

Ev yek di demekê de ye, ku firakisyonên Kurdistanî di Perlemana Iraqê de, baykota civînê kirine û tenê perlemantera YNK Ala Talebanî civîn baykot nekir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1692 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:42:14