Ebadî: Wê berî Newrozê mûçe bên şandin û balafirgehên Kurdistanê vebin

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civîna heftane ya rojnamevanî de got ku, Bexda dê berî cejna Newrozê beşek ji mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bişîne û dê balafirgehên Kurdistanê bên vekirin.
07.03.2018, Çar - 06:07
Ebadî: Wê berî Newrozê mûçe bên şandin û balafirgehên Kurdistanê vebin
Nuçe Belav bike

Heyder Ebadî li ser şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê da xuyakirin, karê hûrbînîkirina lîsteyên mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê berdewam e.

Serokwezîrê Iraqê got: "Em dixwazin hemû fermanberên Iraq û Herêma Kurdistanê bi yek sîstemê ve girêdin, me hûrbînî di lîstên xwe de jî kirin û me gelek fermanberên Iraqî yên ku du mûçe werdigirtin yan jî bi awayekî neyasayî mûçeyê xanenişîniyê werdigirtin, me navên wan ji lîstên mûçeyan derxistin û wê lêpirsîn li gel wan bê kirin."

Ebadî da xuyakirin, "Hûrbînî di lîstên fermanberan de wê berdewam be û ev yek karekî û kedeke mezin dixwaze, lê karê ku heya niha hatiye kirin, rê xweş dike ku em di demeke nêzîk de mûçeyan bişînin."

Ebadî diyar kir, ew weke hikûmeta navendî ya Iraqê niha dikarin mûçeyên beşek ji fermanberên Kurdistanê bidin û ragihand, berî Newrozê ew dê mûçeyan bişînin û balafirgeh jî bên vekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1344 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:54:35