El Xezalî: Heşda Şeibî yekîtiya Iraqê parast û plana serxwebûna Kurdistanê têk bir

Sekreterê Tevgera Asaib-î Ehlî Heq a bi ser Heşda Şeibî ve Qeys El-Xezalî got, “Hêzên Heşda Şeibî tevî hêzên Iraqê gelê Iraqê parastine û serkeftineke dîrokî bi dest xistine.”
31.12.2017, Paz - 09:34
El Xezalî: Heşda Şeibî yekîtiya Iraqê parast û plana serxwebûna Kurdistanê têk bir
Nuçe Belav bike

Li gor nûçeya ajansa Tesnimê El-Xezalî di gotareke pîrozbahiyên ‘serkeftina li hemberî dagirkeriya Amerîkayê ya li bajarên Iraqê û têkbirina terorê' de, ragihand, ‘Ger me bawerî bi berxwedanê neaniya, me nedikarî serkeftineke leşkerî û siyasî bi dest bixista."

Xezalî di beşeke axaftina xwe de diyar kir, hêzên Heşda Şeibî digel hêzên çekdarên Iraqê gelê Irawê li hemberî hemû dinyayê parastiye û serkeftineke mezin bi dest xistiye.

Sekreterê Asaib-î El Heq ku bi ser Heşda Şeibî ve ye, herwiha referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlona 2017an a Herêma Kurdistanê bi bîr xist û got, "Bidestxistina serbixweyiya Iraqê û têkdana plana referandûmê, nîşaneya yekîtiya gelê Iraqê ye."

Xezalê herwiha îdia kir ku ji ber vemirandina agirê fitneyê, Amerîka neçar maye alternatîveke wekî DAIŞê bikar bîne û got ku hêzên wan ti carî wekî komên tekfîrkar li dijî sivîlan êrîş nekirine û bombe neteqandine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1701 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:00:36