Êrîşek li hember mala parlamenterekî ser bi Malikî pêkhat

Îro 19.07.2022yê êrîşek li ser mala endamekî parlamentoyê yê ser bi Îtîlafa Dewleta Yasa, ku Nûrî Malikî serokatiya wê dike.
19.07.2022, Sal - 08:39
Êrîşek li hember mala parlamenterekî ser bi Malikî pêkhat
Nuçe Belav bike

Çapemeniya Iraqê belav kir, ji aliyê çend çekdarekî nenas ve li bajarê Nasiriye ya ser bi parêzgeha Zîqarê, êrîşek li hember mala parlamenter Mehmûd Elsalmî yê endamê Îtîlafa Dewleta Yasa pêkhat, lê di encamê de tenê ziyanên madî çêbûn.

Şeva borî alîgirên Tevgera Sedir li bajarê Nasiriye, dijî wan gotinên tomarên dengî yên Nûrî Malikî xwepêşandan kirin, lê piştre li ser daxwaza Muqteda Sedir dawî bi xwepêşandanan hat.

Vê dema dawiyê ji ber belavbûna tomarên dengî yên Nûrî Malikî, pêwendiyên di navbera Tevgera Sedir û Partiya Dewa Îslamî ku Malikî serokatiya wê dike aloz bûne û di helwêstê xwe yê dawiyê de jî Sedir daxwaz ji Malikî kir, bi yekcarî ji proseya siyasî dûr bikeve û tobe bike. Herwaha ew bi wê yekê jî tometbar kir ku gefa kuştinê li wî xwariye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 535 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:41:18