Fermandeyê Pêşmerge: Em destûr nadin ku hêzên Iraqî derbasî sînorên 2003 bibin

Fermanddarê Pêşmerge li Eniya Germiyanê dibêje, ew nahêlin ti çekdarekî Heşda Şeibî û Iraqî derbasî sînorên 2003 bibin.
02.12.2017, Cts - 10:05
Fermandeyê Pêşmerge: Em destûr nadin ku hêzên Iraqî derbasî sînorên 2003 bibin
Nuçe Belav bike

Tê gotin ku komek çekdarên Iraqî û Heşda Şeibî çûne devera Şêx Bawe ya navbera bajarê Kifrî û bajarokê Celewla.

Li ser vê mijarê, fermandeyê Pêşmerge li Eniya Germesêrê Mehmûd Sengawî ji basnews'ê re got, heta vê gavê tê hêzeke Iraqî nehatiye deverê lê tenê 20 polîsên Iraqî hatine vir, ji bilî wê ti hêzeke din nehatiye.

Mehmûd Sengawî her wiha got, her hêza ku bixwaze derbasî sînorên 2003 bibe em ê pêşiya wê bigirin û nahêlin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1795 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:00:25