Fraksiyona PDKê li gel Sûdanî civiya

Fraksiyona PDKê di destpêka civînê de pîrozbahî li Sûdanî kir
06.12.2022, Sal - 08:01
Fraksiyona PDKê li gel Sûdanî civiya
Nuçe Belav bike

Duh 05.12.2022yê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê li gel serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya û hin pirsên wek çalak kirina madeya 140, pareyê cotkarên Kurdistanê û cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê gotûbêj kirin.

Fraksiyona PDKê di destpêka civînê de pîrozbahî li Sûdanî kir û hêvî xwest ku ev hikûmet bibe cîhê seqamgiriya siyasî û hikûmeta xizmetguzariyê be ji bo hemû hemwelatiyên Iraqê.

Fraksiyona PDKê di heman civînê de teqezî li ser giringiya cîhbicîh kirina bernameya wezaretî kir, wek fraksiyon jî bal xiste ser gelek mijaran û çareseriya hin pirsên giring ên girêdayî herêma Kurdistanê. Ji wan çalak kirina lijneya madeya 140, mafên darayî yên cotkarên Herêma Kurdistanê, cîhbicîh kirina rêkeftinameya Şingalê û qerebû kirina koçberan, herwaha qerebû kirina malbatên enfalbûyên serbilind û şehîdan, li gel tejî kirina valatiya ewlehiyê li navçeyên pirsgirêk li ser heyî û destbikarbûna lîwaya hevbeş a li wan navçeyan, herwaha mafên darayî yên Pêşmerge û damezrandina fermanberên bi peyman a Komîsyona Helbijartinan hatin gotûbêj kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 341 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:10:48