Fraksiyonên Kurdistanî ji bo Kerkûk û Xurmatoyê hişyarî dan Ebadî

Fraksyonên Kurdistanî yên parlamentoya Iraqê derbarê rewşa Kerkûkê û Xurmato û navçeyên din û awareyên wan cihan de daxuyaniyek belav kirin û têde daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kirin, ku ji bo rawestandina destdirêjiya bo ser mulk û malên hevniştimaniyên Kerkûk û Xurmatoyê û navçeyên din pêngavên bilez bihavêje.
16.11.2017, Per - 13:57
Fraksiyonên Kurdistanî ji bo Kerkûk û Xurmatoyê hişyarî dan Ebadî
Nuçe Belav bike

Piştî 16'ê Cotmeha 2017'ê û êrişa Heşda Şeibî bo ser navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi hezaran kes aware bûn û niha di rewşeke giran de dijîn. Ji ber bûyerên 16'ê Cotmeha 2017'ê malên hejmareke zêde ya welatiyên Kurd, bi taybetî li navçeya Xurmato hatine talankirin û hatine şewitandin.

Fraksyonên Kurdistanî di daxuyaniyekê de dibêjin: “Ew aware di rewşeke nehemwar de, dûr ji mal û mulk û bazarên xwe dijîn, ew di bendewarita wê yekê de dijîn, ku hikûmeta federalî ewlehiyê û desthilata yasayê vegerîne bajarê wan, daku bikarin vegerin ser mal û mulkên xwe.”

Di berdevamiya daxuyaniyê de Fraksyonên Kurdistanê herwiha tekezî li ser wê yekê kirine, ku her çi qas ku mehek li ser bûyerên 16'ê Cotmehê re derbas bûye, lê belê ti rêkarek ji aliyê hikûmeta federalî nehatiye pêkanîn, ji bo ku hêvî bo hemwelatiyên Kurd bihê vegerandin û lêpirsîn li gel wan kesan jî nehatiye kirin, ku malên Kurdan şewitandine û teqandine û mal û mulkên wan talan kirine.

Di beşeke din a daxuyaniyê de, fraksyonên Kurdistanî yên li parlamentoya Iraqê daxwazê ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dikin ku ji bo rawestandina destdirêjiya bo ser mulk û malên hevniştimaniyên Kerkûk û Xurmatoyê û navçeyên din pêngavên bilez bihavêje û ew kesên ku ew kar kirine, rûbirûyê yasayê bihên kirin.

Fraksyonên Kurdistanî herwiha ji Ebadî xwastine, ku di nirxandina rêjeya ziraran û biryardana ji bo qerebûkirina zirarpêkevtiyan de û herwiha di sazkirina zemîneyeke guncaw bo vegera awareyan bo cihên xwe de lez were kirin.

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1597 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:38:59