Helbûsî: Roja Pêncşemê Parlamentoya Iraqê ji bo helbijartina Serokomar dicive

Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê dema civîna parlamentoyê ya ji bo helbijartina Serokomarê nû yê Iraqê aşkera kir.
11.10.2022, Sal - 12:45
Helbûsî: Roja Pêncşemê Parlamentoya Iraqê ji bo helbijartina Serokomar dicive
Nuçe Belav bike

Li gor nûçeya çapemeniya Iraqê, di dema rûniştina îro 11.10.2022yê ya Parlamentoya Iraqê de Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî ragehandiye ku roja Pêncşema bê dê encûmena nûneran li ser yek mijarê bicive, ku ew jî helbijartina Serokomarê Iraqê ye.

Heta naha PDK û YNK li ser berbijêrekî hevbeş ê peywira serokomar rêkneketine û berbijêrê PDKê yê Serokomarê Iraqê Rêber Ehmed e û yê YNKê jî Berhem Salih e.

Peywira Serokomarê Iraqê, li gor çanda siyasî pişka Herêma Kurdistanê ye, lê çavdêr gelek gazindan dikin ku heta naha ew peywira ku ji kurdan re hatiye dayîn her li gel YNKê bûye û ti sûdekî wê ji bo kurdan nebûye. Bi taybet jî gazindên herî zêde jî jî Berhem Salih tên kirin û ji dema ew Serokomarê Iraqê bûye heta naha ti sûdekî wî bo xelkê Kurdistanê nebûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 394 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:04:42