Heşdî Şabî derbarê vekişandinê de daxuyaniyek da!

Duhî hinek çavkaniyên Herêma Kurdistanê ragihandibûn ku milîsên Heşda Şebî ji navçeyên Rebîe û Zûmarê paşde vedikişin.
20.11.2017, Pts - 09:05
Heşdî Şabî derbarê vekişandinê de daxuyaniyek da!
Nuçe Belav bike

Îro berdevkê Heşda Şebî Ehmed Esedî di daxuyaniyekê de ragihand ku hinek medyayan behsa vekişandina hêzên Heşda Şebî ji navçeyên Rebîe û Zûmarê kirin. Ev nûçe nerast û bêbinge in.

Ehmed Esedî di berdewamiya azaftina xwe de got: "Hêzên Heşda Şeibî li wan navçeyan e û hetanî biryar ji Fermandaya Giştî ya Iraqê were dê li wan navçeyan bimîne."

Herwiha ji bo vekişandina hêzên Heşda Şeibî ji Rebîe û Zûmarê, Sererkanê Pêşmerge Cemal Eminkî jî gotibû: "Haya me ji vekişandina hêzên Heşda Şeibî heye, lê em sedema vekişandinê nizanin."

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1548 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:25:49