Hevdîtinên artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge de encamek derneket

Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê li bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê civîna xwe ya asayî saz kir. Civîn bi tevlîbûna Wekîlê Wezareta Pêşmerge Kerîm Şingalî û hinek fermandarên artêşa Iraqê birêve çû.
21.11.2017, Sal - 10:00
Hevdîtinên artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge de encamek derneket
Nuçe Belav bike

Civîna li Hewlêrê li ser şerê li dijî, pevçûnên navbera hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge hat kirin. Wekîlê Wezîrê Pêşmerge Kerîm Şingalî di civînê de amaje bi rûbirûbûna li dijî milîtanên rêxistina DAIŞê kir û got: "Şer û rûbirûbûna li dijî DAIŞ'ê bi dawî nehatiye û milîtanên DAIŞ'ê hê jî li çend navçeyan mane û hest bi tevgera wan tê kirin."

Kerîm Şingalî di devama axaftina xwe de got: "Ji ber wê yekê em daxwaz dikin ku koalîsyona navneteweyî li ser alîkarî û hemahengiya li gel Pêşmerge berdewam be."

Her wiha Şingalî li ser wê yekê got: "Heta niha gotûbêjên serbazî yên di navbera Hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê de berdewam e û ti encamek jê derneketiye, lê belê niha şer sekiniye û tevgerên serbazî jî ber bi kêmbûnê ve çûne."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1555 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:15:34