Iraqê di derheqê 13 midûr û berpirsên Kurd biryara girtinê derxist

Piştî ku bajarê Kerkûkê ji aliyê milîsên Heşda Şeibî û hêzên Iraqê ve hate dagirkirin, Bexda niha jî biryara derkirin û girtina midûr û berpirsên rêvebirê Kerkûkê derdixîne.
29.11.2017, Çar - 06:29
Iraqê di derheqê 13 midûr û berpirsên Kurd  biryara girtinê derxist
Nuçe Belav bike

Revebiriya Bexdayê fermana desteserkirina Berpirsê Qeza û Navçeyên Kerkûkê Emîd Serhed Qadir û 12 efser û piledarên din ên polîsên Kerkûkê derxist.

Li gorî nûçeya ku K24'ê de cih digire û ku tê gotin belgeyeke ku ketiye destê kanala K24'ê, ev efserên Kurd li gorî biryarên birgeya 1 ya madeya 4 ya terorê hatiye derkirin. Dadgeha Resafa bi hejmara 21115 di roja 19 Mijdarê de fermana desteserkirina 13 efserên polîsê Kerkûkê arasteyî rêveberiya midûriyeta parêzgehê kiriye.

Her wiha hêjayî gotinê ye ku Emîd Serhed Qadir ji 14 salên bûrî ve rola wî ya sereke di rûbirûbûna grûp û milîsên terorist yên ser bi DAIŞ'ê ve li Kerkûkê hebû û ji bo vê yekê jî di operasyonan de gelek caran birîndar bibû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 959 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:37:18