Iraq, ji bo Heşdî Şabî xwe dike deyndar

Hat ragihandin ku Hikûmeta Iraqê dixwaze ji ber xatirê Heşda Şeibî, ji bankeka navdewletî dirav deyin bike.
04.12.2017, Pts - 09:05
Iraq, ji bo Heşdî Şabî xwe dike deyndar
Nuçe Belav bike

Çavkaniyekî ji Komîta Darayî ya parlamentoya Iraqê aşkere kir, di projeyasaya bûdceya 2018 ya Iraqê de bendek heye ku tê de behsa wê yekê tê kirin, eger hikûmet qebûl bike Wezareta Darayî ya Iraqê dikare 906 milyon dolar ji bankên navdewletî deyin bike.

Heman çavkanî amaje bi wê jî kir, armanca vê deynê, ji bo kirîna çek, teqemenî û pêwîstiyên leşkerî ji hêzên dezgeha dijeterorê, Wezareta Bergîriyê û Heşda Şeibî re.

Herwiha wî çavkaniyê daye zanîn, ji wî birê, 80 milyon Dolar para Heşda Şeibî ye, 80 milyon Dolar bo hêzên dijîterorê ye, 146 milyon dolar bo wezareta navxwe û yê din jî bo Wezareta Bergîriyê ya Iraqê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1195 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:10:39