Iraqê li dijî Herêma Kurdistan biryareke din derxist!

Bankaya Navendî ya Iraqê bang li hemû bankayan kir ku karê milên xwe yên li Herêma Kurdistanê rawestînin. Bankaya Navendî hişyarî dide eger di nava hefteyekê de karên xwe nedin sekinandin dê werin cezakirin.
08.11.2017, Çar - 13:37
Iraqê li dijî Herêma Kurdistan biryareke din derxist!
Nuçe Belav bike

Banka Navendî ya Iraqê nivîsîneke fermî pêşkeşî bankayên li Iraqê kir û ragihand: “Bi biryara Civata Nûneran a jimare 58 a 12-10-2017ê ya derbarê nefirotina pereyên biyanî de, ew bankayên ku li Herêma Kurdistanê bask û liqên wan hene û bi berdewamî beşdarê mezada firotina pereyên biyanî dibin, em daxwazê dikin, ku di nava hefteyekê de me agahdar bikin, ku karên xwe yên li Herêma Kurdistanê heta demekî ne diyarkirî dane sekinandin.”

Ev biryarname roja 07-11-2017ê derketiye û ji aliyê cîgirê parêzerê Banka Navendî ya Iraqê ve hatiye îmzekirin.

Ev biryar di demekê de ye, ku piştî giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê ya 25\'ê Îlonê, hikûmeta Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê gelek biryar û rêşûnên siyasî û leşkerî wergirt.

Her wiha Hikûmeta Iraqê bi rijdî dixwaze hikûmeta Herêma Kurdistanê encamên giştpirsiyê hilweşîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1443 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:49:45