Iraq sîstema berevaniya asmanî li ser sînorên xwe bicih dike

Cîgirê Serokê Komîteya Ewlekarî û Berevaniyê li Parlamentoya Iraqê Mehdî Teqî Amirlî ragihand, Iraq hin tedbîran ji bo parastina serweriya welatê xwe digire, ji wan jî sîstema berevaniya asmanî li ser sînorên xwe bicih dike.
06.12.2022, Sal - 08:03
Iraq sîstema berevaniya asmanî li ser sînorên xwe bicih dike
Nuçe Belav bike

Amirlî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, plana bicihkirina hêzên federal li ser sînorê bi Tirkiye û Îranê re, gaveke mezin e ji bo parastina serweriya Iraqê.

Herwaha got: Hevdîtinên Serokwezîrê Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vî warî de giring bûn.

Amirlî destnîşan kir, tedbîrên din ji bo parastina serweriya welat têne standin, di nav wan de jî bicihkirina sîstemên berevaniya asmanî li ser sînor e û ew li benda hatina karwaneke din a wê sîstemê ne ku ji Fransa hatine kirîn.

Li gor Mehdî Teqî, Iraq bi niyaz e girêbestên kirîna sîstemên pêşketî bi çend welatên din re îmze bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 323 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:05:23