Iraqê beyanameyek derbarê bombebarana Şingalê ya ji aliyê Tirkiyê ve belav kir!

Piştî du rojan bombebarana Tirkiyê ya li Şingalê, wezareta derve ya Iraqê bombebarana li bajarê Şingalê ya Tirkiyê şermizar kir.
18.08.2018, Cts - 13:20
Iraqê beyanameyek derbarê bombebarana Şingalê ya ji aliyê Tirkiyê ve belav kir!
Nuçe Belav bike

Berdevkê wezareta derve ya Iraqê Ehmed Mehcub duh 17.08.2018ê bi beyanameyekê ragehand, ti hemahengiyek pêşwext di navbera Iraqê û Tirkiyê de nebûye bo wê bombebaranê.

Berî naha berdevkê serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ragehandibû ku, bombebaran bi razîbûna serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ve pêkhatiye.

Berdevkê wezareta derve yê Iraqê li gel bombebaran şermezar kir, diyar kir ku pêwîste Tirkiyê destverdanê li karûbarên navxwe yên Iraqê neke û hêzên xwe li Başîkê ya ser bi parêzgeha Nînowa vekêşe.

Piştî êrîşa rêxistina terorîst a DAIŞê û dagirkirina wê ya parêzgeha Nînowa û nêzîk nîvê axa Iraqê ya sala 2014ê, Tirkiyê hêzek bo perwerde kirina hêza parastina Mûsilê yên ji erebên sunne pêkdihat rêkire Başîke û heta naha jî li wê deverê bicîh bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1726 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:07:17