Iraqê hişyarî da Tirkiye û Îranê

Cîgirê yekem ê Serokê Parlemana Iraqê Hakim Zamilî derbarê kêmberdana çemên Dîcle û Feradê de hişyarî da Tirkiye û Îran'ê.
10.06.2022, Cum - 12:38
Iraqê hişyarî da Tirkiye û Îranê
Nuçe Belav bike

Iraq niha pirsgirêka kêmaviyê û hişkesaliyê dijî û kêmbûna avê herî zêde bandorê li naverast û başûrê Iraqê dike. Rûberekî berfireh bûye çol û bi hişkesaliyeke metirsîdar re rû bi rû ye.

Berî niha ji Îranê heft milyar metresêca av diherikî Iraqê û niha hatiye qutkirin, rêjeya herikînê daketiye sifirê.

Krîza avê û çolbûna beşek ji axa wê, di dawiyê de sebra Iraqê li hember Îran û Tirkiyê ji dest da û parleman anî deng ku Iraq gefê li Îran û Tirkiyê bixwe.

Li Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê, Wezîr, rayedarên wezaretê û Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê li ser krîza kêmbûna avê civiyan. Yekem car e berpirsekî pilebilind ê Iraqê hişyarî da ku eger Îran û Tirkiye di demeke nêzîk de mafê avê yê Iraqê bernedin, parlamento dê qanûnekê derbixe ku bazirganiya bi wan re wek tawan bi nav bike.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Hakim Zamilî got, "Bazirganiya me ya salane bi Tirkiyê re zêdetirî 20 milyar dolaran e û bi Îranê re jî zêdetirî 16 milyar dolaran e. Heger dest ji van karan bernedin û berdewam bin di girtina avê de, em dê neçar bibin ku li Parlamena Iraqê qanûnekê derbixin ku her kesek danûstandina aborî bi kompanyayên wan re bike û kelûpelan hawirde bike ji wan welatan, dê wek tawan were pênasekirin."

Wezareta Çavkaniyên Avê destnîşan kir ku berê heft milyar metresêca av tenê ji Îranê diherikî Iraqê lê niha ew reqem daketiye sifirê û Tirkiyê ji sedî 20ê avê kêmtir berdide Iraqê û Başûrê Kurdistanê.

Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê Elî Razî anî ziman, "Çareserî berdewam in lê pêwîstiya me bi berfirehkirina piştgiriya zêdetir heye ji bo parastina ava mayî û nehîştina îsrafa avê di çarçoveya bernameya dabeşkirina avê û qirêjiya avê de."

Neteweyên Yekbûyî berê hişyarî dabû Iraqê ku ji sedî 25ê xelkê başûrê Iraqê dê di vê demsalê de ji ber nebûna ava vexwarinê û hişkesaliyê koçber bibin. Tiştê ku rû dide ji ber çêkirina 14 bendav li aliyê Îranê û girtina avê ye ji aliyê Tirkiyê ve.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 881 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:36:37