Îro li Bexdayê alîgirên Sedir "Îna Milyonî" li dar dixin

Biryar e îro înê 15ê Tîrmehê li ser fermana Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, nimêja milyonî ya alîgirên Sedir li Bexdayê birêve biçe.
15.07.2022, Cum - 06:01
Îro li Bexdayê alîgirên Sedir "Îna Milyonî" li dar dixin
Nuçe Belav bike

Serkirdeyê Tevgera Sedir Hakim Zamilî ji K24ê re ragihand, hemû xelkê Iraqê, bi ciwan, pîr, jin, mêr û hemû pêkhateyên mezhebî û netewî, bi dil û can beşdarî nimêja milyonî dibin.

Malpera Middle East Eye ya Brîtanî ajendaya nimêja îro ya alîgirên Tevgera Sedir a li Iraqê eşkere kir û hişyarî da, dibe ku ev çalakiya Sedir û alîgirên wî, bibe sedema rûdana aloziyeke mezin a bêçareserî.

Raporta vê malperê destnîşan kiriye ku ev nimêja milyonî ku xelk tê vexwendin, dibe ku bibe sedema hilweşandina parlamentoyê, yan jî rûbirûbûna ligel hêzên ewlehiyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 569 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:05:02