Ji Nûnertiya Kurdistanê bo Brîtanya pêşniyara navbeynkariyê

Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Birîtanya Karwan Cemal Tahir eşkere kir, ku wî nameyeke taybet ji serokwezîra Birîtanya re Theresa May re şandiye daku serkirdatiya Herêma Kurdistan û Iraqê vexwendê Londonê bike û ji bo çarekirina kêşeyên di nav Hewlêr û Bexdayê de navbeynkarî bike.
06.12.2017, Çar - 10:26
Ji Nûnertiya Kurdistanê bo Brîtanya pêşniyara navbeynkariyê
Nuçe Belav bike

Di dema civîna komîta pêwendiyên derve ya Perlemana Birîtanya li gel nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê Karwan Tahir, ku li Perlemana Birîtanya hat lidarxistin, Karwan Tahir ragihand, ku di civînê de wî dilgiraniya Herêma Kurdistanê hemberî helwesta Birîtanya li piştî referanduma serxwebûnê daye xuyakirin û gotiye: "Biryardan li ser çarenivêsê ne tawan e."

Di berdevamiya peyama xwe de Tahir diyar kir, ku ewan wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi berdewamî daxwaza danûstandinan ji Bexdayê dikin, lê Iraq berdewam wan daxwazan red dike.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 1209 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:01:08