Ji Nûrî Malîkî rexneyên weka tehdît jibo Fransa...

Li gorî helwestên aliyên siyasi ji Bexdayê careka din diyar bu, ku Nûrî Malîkî û partiya wî xwe nêzî çareseriyek rasteqîne di navbera Hewlêr û Bexdayê de nakin.
04.12.2017, Pts - 08:05
Ji Nûrî Malîkî rexneyên weka tehdît jibo Fransa...
Nuçe Belav bike

Piştî serdana Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Fransayê, aliyên siyasî li Bexdayê bîr û rayên xwe ji raya giştî re aşkere kirin.

Her çendî, hinek ji siyasetmedarên Iraq’ê ji aliyên şia û sunne serdana Nêçîrvan Barzanî li Parîsê jibo çareseriya kêşeyan erênî dibînin jî, lê Nurî Malîkî ku bi siyaseta Iranê ve grêdayî ye, serdana Parîsê wek „Destêwerdan nav Kar û Barên Iraqê“ dinerxîne.

Nûrî Malîkî, ku serokatiya Îtîlafa Dewleta Yasa’yê dike, bi taybetî ji gotinên serokê Fransayê, „Divê hêzên Heşda Şeibe werin hilweşandin“ narehet buye.

Ji bona wê yekî, Nûrî Malîkî di daxwiyaniya xwe de got, “Destûra Fransayê de hatiye destnişan kirin, ku çênabe Fransa destwerdana nav kar û barên welatekî din bike. Daxwaza fermi jibo hilweşandina rêxistinek di welatek din de, işareta destwerdana nav kar û barê Iraqêye, ya ku serokê Fransayê Emmanuel Macron dike“

Helwesta Nûrî Malîkî nîşan dide, ku çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê ne asanin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1834 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:11:44