Kazimî: Agirê fitneyê dê her kesî bişewitîne

Kazimî: Hezar roj ji guftûgoyan ji kêlîkekê ku dilopek xwîna Iraqiyekê tê de bê rijandin baştir e
30.07.2022, Cts - 14:28
Kazimî: Agirê fitneyê dê her kesî bişewitîne
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî peyamek arasteyî xelkê Iraqê û aliyên siyasî kir û tê de daxwaz kir, alî li ser maseya guftûgoyan kom bibin û xwe ji zimanê tometbarkirinê dûr bixin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di peyama xwe de ragihand, “Gelê me bi hesreta jiyanê ye, ji şer, xwîn, pevçûn, tolhildan û pevçûnê hez nake, ji kîn û nefretê hez nake û bi qasî qurbaniyên dane û êş û azarên dîtine, li hêviya pêşerojeke geş e.”

Kazimî daxwaz kir, “Li gorî vê yekê divê aliyên siyasî ji bo xatirê Iraq û Iraqiyan rûnin, danûstandinan bikin û bigihin hevtêgihîştinê û dev ji zimanê xiyanet û dûrxistinê berdin û ruhê niştimanperwerî yê bilind û berfireh nîşan bidin. Hezar roj ji diyaloga nerm ji wê kêlîkekê ku dilopek xwîna Iraqiyekî tê de tê rijandin baştir e.”

Kazim bang li hemû aliyan kir, aram, bi sebir û aqilane bin û xwe ji pevçûnan dûr bixin. Her wiha bang li welatiyan kir jî ku bi hêzên ewlehiyê re nekevin pevçûnan û rêzê li saziyên dewletê bigirin.

Serokwezîrê Iraqê got jî: “Divê em hemû hevkar bin ji bo rê li ber kesên ku lezê didin fitneyê bigirin. Her kes baş bizane ku agirê fitneyê dê her kesî bişewitîne.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 506 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:33:45