Kazimî: Eger rewş wiha berdewam bike, ez dê dest ji kar bikişînim

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimi xwepêşandanên li Iraqê de goterak pêşkêş kir.
31.08.2022, Çar - 06:13
Kazimî: Eger rewş wiha berdewam bike, ez dê dest ji kar bikişînim
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di derbarê bûyeran de got “Ez dev ji berpirsiyariya gelê xwe bernadim û hişyarî didim ku eger hûn bixwazin ev pirsgirêk han bidomin ez dê gavên exlaqî û netewî bavêjim ku dev ji posta xwe berdim.”

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimi xwepêşandanên li Iraqê de goterak pêşkêş kir.

Mistefa Kazimî di axaftina xwe de got “Ez bi vê wesîleyê hişyarî didim ku eger kaos, rûbirûbûn, nakokî, milmilaneyên ku mentiqê paşguhkirin bidome, ez ê gavên exlaqî û netewî biavêjim û radigihînim ku ez dê di demek guncav de dev ji posta xwe berdim.”

Herwiha Kazimî anî ziman “Divê çek di destê dewletê de bin û me komîteyeke lêkolînê ava kiriye ku lêkolînê bike ka kê gule berdane xwepêşanderan.”

Serokwezîrê Iraqê di beşeke din a gotara xwe de got jî” Divê çek ji bo parastina Iraqê bên bikaranîn, ne ji bo şerê desthilatdariyê”

Ji gotara Mistefa Kazimi çend xalên giring:

- Divê pergala ewlehiyê di bin fermandariya Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar de be

- Divê di pratîkê de çek radestî dewletê bên kirin

- Divê sîstema ewlehiyê di bin fermana hêzên çekdar de be

- Ez alîgirê guhertineke aştiyane ya desthilatê me

- Eger alozî berdewam bike ez amade me dev ji kar berdim

- Serkeftina danûstandinan pêwîstî bi lihevkirina hemû aliyan heye

Çi bibû?

Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr duh di peyamekê de ragihand, ku ew bi tevahî dest ji siyasetê berdide.

Piştî ragihandina peyamê, alîgirên Sedr yekser daketin kolanên Bexdayê û ber bi navçeya Kesk ve birêketin.

Xwepêşanderên alîgirên Sedr dîwarên betonî yên li dora navçeya Kesk derbas kirin û bi ser Koşka Komarî de girtin. Hêzên emnî yên Iraqê ji bo belavkirina xwepêşanderên alîgirên Sedr bi ava şid û gaza rondikrêj destwerdan kirin û di navbera herdu aliyan de alozî derket.

Piştre di navbera alîgirên Sedr û komên alîgirên Îranê de li navçeya Kesk a Bexdayê de alozî û pevçûn derketin.

Her du aliyan ji şevê din ve çekên giran û sivik li dijî hev bi kar tînin. Di dîmenan de xuya dibe ku çekên wek hawan û RPG jî tên bikarnîn.

Di şer û pevçûnan de gelek kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne. Îro Sêşembê 30ê Tebaxa 2022an çavkaniyekî ji Wezareta Tendirustiya Iraqê ji nûçegihanê Rûdawê yê li Bexdayê Helkewt Ezîz re ragihand, ji ber şer û pevçûnên li Bexdayê di navbera alîgirên Sedr û hêzên emnî de, heta niha 25 kesan canê xwe ji dest dane û 380 kes jî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 434 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:48:59