Kazimî ji xwepêşanderan daxwaza valakirina parlamentoyê dike

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di peyamekê de ji hêzên ewlehiyê daxwaz kir, saziyên giştî û taybet biparêzin.
02.08.2022, Sal - 06:39
Kazimî ji xwepêşanderan daxwaza valakirina parlamentoyê dike
Nuçe Belav bike

Mistefa Kazimî di peyama xwe de diyar kiriye, Iraq di xitimîneke siyasî ya mezin re derbas dibe, eger kesên hişmend destwerdanê nekin, encamên metirsîdar dê derkevin holê.

Kazimî destnîşan kiriye: “Ji bo kontrolkirina rewşê û parastina asayîş û rêgirtina li rijandina xwîna iraqiyan, me hemû rêkar girtine ber xwe.”

Herwiha daxwaz jî kiriye, hemû alî vegerin gotûbêja siyasî û rewşê aram bikin û li ser bingeha niştimanî çareserkirina kêşeyan bifikirin.

Di beşeke din a peyama xwe de Mistefa Kazimî dibêje: “Divê hêzên siyasî berpirsyariya xwe ya niştimanî û yasayî bigrin ser xwe. Hikûmeta karbirêker hemû erkên xwe cîbicî dike, tevî ku dema destûrî ya ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê derbas bûye.”

Serokwezîrê Iraqê di dawiya peyama xwe de sê daxwaz pêşkêş kirine, yek ji wan daxwazan; xwepêşander hevkariya hêzên ewlehiyê bikin û rêz li saziyên dewletê bigrin û parlamentoyê vala bikin û pabendî sîstema giştî bin.

Di xala duyem a peyamê de Kazimî ji hêzên ewlehiyê daxwaz kiriye, saziyên fermî biparêzin û hemû ji bo parastina wan ji destdirêjiyê, hemû rêyên yasayî bi kar bînin.

Di xala sêyem a daxwazên xwe de, Mistefa Kazimî banga aliyên siyasî kiriye ku lijneyek ji nûnerên hemû aliyan pêş bînin ji bo danîna nexşerêyeke çareseriya kêşeyan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 527 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:02:05